Veysî Ulgen Nivîsand: Ji pêxwas re gislawêt çi hewceye

Dîsa li bajar e, dîsa evê li bedene reş bigere. Dîsa ji xwe re goştê pijandî bixwe. Dîsa biçe sînemayê, ava fêkî firbike, fîlm temaşe bike.

Bajar xweş be jî pêxwasî bela ye. Sola wî pir kevn e, xuya ye evê yeycarê biqete û pêxwas bimîne.

Heftekî berê bavê wî jê re gîslawêt sitendiye. Li navçe, taxa wan demek e medrese vebûye. Bi pêşnîyara bavê xwe û bi gislawêt a nû xistiye linge xwe çûye medresê, ji melle ders sitendiye. Ders qediye, derketiye ku gîslawêt tineye. Melle hêrs bûye lê çare kî jê re nediye.

“Sola min ji te re mezin e. Incarê pêxwas here malê. Bila bavê te ji te re gislawêtek nû bistîne.”

Pêxwas diçe malê. Bavê wî lê dinêre.

“Kuro ka gîslawêt?”

“Ez çûm medresê, ji dersê derketim. Nihêrtim li ber derî gislawêt tineye. Yek wê ji xwe re biriye.”

“Te ji melle re go?”

“Erê, lê go pêxwas here malê. Bila bavê te gislawêtek nû bistîne!”

“Qey bavê te axa ye!”

Dayîka wî alozî fahm kiriye

“Neçe wê medresê. Ezê dersê bidim te.”

Dayika wî keçikê taxê re ders a Qûranê dide. Ji ber wê dipirse.

“Tu yê tenê ders bidî , an bi keçikan ra bidî!”

Bavê wî hêrs dibe.

“Bênamus, şika heşê wî ser çi ye! Derew dikî, divêjî ber dere medresê dizine. Dibe ku te gislawêt firotibe,”

“Bavo ez sibê diçim bajar. Dikevim ezmûna. Ji min re solek nû pêwîst e.”

Bavê wî nola ku tiştek sehnekiriye, Lê dixe diçe çarşiyê. Başê ku dayika wî sola kevn navêtiye. Her du solan tîne didêkê.

“Çen roj têke pîyê xwe . Heta ku bavê te ji te re gislawêtek nû bistîne.”

“Bavê min jî qet nabe. Ji min bawer nake. Bavê xelqê kurê xwe re qondere distînin. Yek gislawêt e ewqas ji xwe re dike bar. Ev gislawêt a ku dizîne jî bi zorê sitendibû. Xuya ye min pêxwas bihêle. Qene last^şka reş bistenda. Dîsa xuya ye ezê neçim bajar.”

Lê bi şev biryar diguherîne. Bikeve ezmûnê çêtir e. Dibe ku serbikeve, bikeve dibîstanek bilind, ji vir xelas bibe. Serneke jî biçe bajar evê çêtir be. Par çûye bajar pir kêfa wî hatiye.

Evê bi sola kevn here. Lê evê tenê here ku bila heval wî ewha nebînin.

Sibe bûye bi sola kevn ber bi bajar birêketiye. Bavê rabûye nimêja sibê qala tiştek nekiriye. Dayika wî hinek pere jê re raykiriye.

Wisa hatiye bajar, lê sola çep ji paş ve qetiye. Bi yek solî neçûye mala xaltî ya xwe. Lê evê biçe malek nas, lewre perê otêlê pê re tineye. Pere tene tê ra xwarin û zivirandinê bike.

Diça mala apê xwe. Amojina wî derî vedike. Li linge wî dinêre.

“Ev çi hale! Ewha nekeve hundir. Mêvanê min hene. Here di seet şûn da were.”

Lê zane di seet şûnde evê amojina wî lê derî veneke. Çi bike çi neke, nizane! Ji hêrsa sola din jî davêje. Ber bi nav sûre ve diçe ku derek erzan bibine zikê xwe têrbike. Dû re here surê bajar rakeve.

Li Derêromî yek zûk maye lê dinêre. J i kesên bi civîn sekinîne, ji wan re nişan dide.

“We digo pêxwas kîne! Li pêxwasê bajar binerin. Niha satorê jî li pişt e.”

Gelek kes wek dinênedî ya lê dinerin. Çakêtê xwe radike, pişta xwe nîşan dide ku pê re sator tineye. Yek bi makînê wêne yê wî dikşîne. Ev çi mesele ye fahm nake. Pêxwasê bajar tê çi wate fahm nake. Yek nêz dibe.

“Tu çen sal e pêxwasî!”

“Ez ji doh êvarê ve pêxwas im!”

“Te dawî li kê xist, kê şêland?”

“Mi li yekî nexist, yekî neşêland. Gislawêt a min ber medresê dizîn. Ewha pêxwas mam.”

Evê lê pirs dike, xuya ye bersivê wî gohdar nake. Derdora wî bi çavên miraq lê dinêrin. Pêwîste ji wê derê bilez biçe. Dikeve kolana Mêrga Ehmedê. Dinêre hinek kes dû wî ne. Dîsa bi gavên lez ber bi surê va diçe. Derdikeve ser surê. Ji bêhna qirêjîye pozê wî dişewite. Di kuncikî da rûdinê, xewra diçe.

Bixwe dihese ku yek ber sere wî ye. Yekî por gijik, rû qirêj, cilqetî li zûk bûye li wî dinêre.

“Tu ji kîjan taxê yî!”

“Ez xeribê bajarim. Ji bo ezmûnê dawîya dibîstanê cardin hatim.”

“Ezmûna çi?”

“Ezmûna dawiya dibîstan a navîn.”

Qet dirûbê xwendevan a bi te nakeve. Xuya ye, evê li vê derê li te tedayî bikin. Tu yê ji heqê xwe dernekevî.”

“Min incarê fahmkir pêxwas kîne. Evê di kuçeyan da

bi bela, bi sator, bi şagirt , bê mal û bê xwedîne!”

“Erê ez jî demek pêxwasê bajar bûm.”

“Nizanim sibê bikevim ezmûnê, nizanim bikevim kuçeyên reş bibim pêxwasê bajar!”

“Bikeve ezmûnê çêtir e. Ezê ji te re sol ray bikim.”

“Mala te ava xalo. Lê dixwazim tu çîrokê pêxwas a ji ji min re parve bike.”

Dotira rojê bi sola wî mêrikê dikeve ezmûnû û ber bi gund malê xwe ve tê. Bala wî dikeve gislawêtek nû ber derîye.”

“Te çima send bavo. Ma pêxwas gislawêt çi bikin ?”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Veysi Ülgen Arşivi