Veysi Ülgen
Veysî Ûlgen Nivîsand: Mazuwanî
Ji bo kesên rêwî , meşa germ a tebaxê tedayi ya mezin e. Meriv ev tedayî bixwe bike yeycarê jê re giran dibe.
Jixwe dipirse, çima vê dojehê de dimeşe û li xwe vê tedayî yê dike?
Dîsa ji xwe re gazina dike ‘Evdilhelîm xwedê ji te stendiye ku tu vê tebaxê de diçî bajarê şewitî?’
Wisa gêj bûye ku sedema çûndina bajar ji bîr kiriye. Tê bîra wî xelay a mezin bi ciranê xwe re, ji bo çetikek genim wisa ber bi bajar ve bi rê ketibûn. Dîda pir zehmetî kişandi bûn.
Bala wî dikeve , ji xweydanê çavê wî şêlû ye ku derdora xwe niv tarî dibîne. Gava çavê xwe ziwa dike dikeve bîra wî ji bo êşa çav, vê dojehê de ewha bi rê ketiye. Êşa çavê wî rojên dawî zêdetir giran bûye . Hewce kiriye ku biçe nexweşxane ya bajarê şewitî binav Amedê. Mixabin kes pê re nehatiye.
Incari ti welak nediye peyatî bi serê xwe nav firêze ya deştê, bi hêviya derman bûna çavê xwe bi rê ketiye. Çi bike, rêwitiya deştê lingê wî tevizandiye. Ji bajarê şewitî re hê den kî rê heye. Mixabin germ a deştê êdî nay kişandin. Qêl e qijik a nîvro yê ser serê wî ye . Xweydan dikele an mêjî dikele , nedihese. Lê bin qalikê serê wî tiştek dikele. Lêvê wî yê ziwa ji dev derketiye.
Turê pişta wek zinar lê giran bûye, nikarê di pê bavêje. Ji kaniya Kezîbanê re ku vê deştê navdare, hê pir maye. Alî rastê pişta gidîş a genim malek wisa xuya dike. Heta karibe bimeşe wê malê piçek bîhna xwe bide. Zane kesên deştê ji rêwiyê çiyayi yan re pir mazuwan nînin. Lê xuya ye nikare di pê bavê je. Hema tasek av fir bike, ew jî bese.
Çavê wî dîsa zelal bûye. Ber bi malê ve diçe. Derê hewşê vedike. Çeberî bîr a nav hewşê dide kêfa wî tê. Jinikî derdora çil salî bi meles a spî, kirasê reş li ber kûçik a agir teşî dirêse. Keçîkek ciwan , ew jî bi kirasê reş li ba wê herî dikşîne. Kuçik kî ser gir û pirçreş ba wan e. Ji kuçik an ditirse, lê ecêv e ku ew jê re naewte. Li ser kûçikê agir quşxane bin agir dikele.
Hewceye pêşî silav bide.
“ Silamûeleykim! Roja we bi xêr be !”
Deng ji her du ya jî dernakeve.
“ Xwîşka min ez rêwî me. Ji bo xêr a miriyê we ez karim li vir bîhna xwe bidim, hebe firek av fir bikim. Bila tesedik a we be .”
Jinik lê dinêre,
“Hema wê derê rûnê mêvano.”
Ber dîwar tund dide. Li siya darê dinêre dilê wî diçe. Ji ber ku siya dîwarê bîhna wî nestendiye. Jinik heskîv a biçuk ji quşxanê dixe, tiştek dike sûkr a sifir. Keçik wî sûkrê tîne, jê re kerem dike. Wisa birçiye bê navber sûkre tijî mehîr kevçî dike û wê vala dike. Kuçik a reş û sergij cihê xwe radibe, diçe ba jinikê. Jinik heskîv serê kuçikê dixe. Li sûkrê dinêre ku qedandiye. Dibe ku jinik hestîvê, berê jî serê kuçikê xistibe û dû re sûkr a wî tijî kiribe.
Keçik a ciwan sûkr a vala jê distîne. Jinik bi wê heskîv a ku serê kuçikê xistibû, bi wê ji quşxanê cardin jê re mehîr tijî dike. Dilê wî li hev dikeve . Wê gavê di mêr dikevin hundir , her du jî bi çekin . Mêrik pêşî li wî dê re sûkrê dinêre û dikene.
“ Era keçê tê vê sukrê şuşti bû.”
“ Na , çima bişom ?”
“ Welle ew nevîyê min tê re mîz kiribû!”
“ Xwedê stend çima sûkra min de mîz dike?”
Mêrik bi mehne dikene.
“ Min jê re go mîz bike?”
“ Xwedê te jî bistîne.”
Wisa dibêje xwe ji derî davêje derva , vedireşe, tiştek hurê wî da namîne. Çavê wî dîsa tarî dibe. Hîs dike ku ew mêrik li ba wî ye.
“ Nola ku te xwarina me ne eciband. Qey em ne mazuwanin. Sûkre bê mîz bû . Ji bo te mêrikê çiya yî hêrs bikim wisa axivîm. Heqê xwe helal bike.”
Difikire evê ber çavê wî heskîv serê kuçikê bixe û dû re ji quşxanê mehîr tijî bike, evê tê de mîz jî bike. Mixabin carek bûye çûye , hêza wî tineye nikare pê re bipevçe. Niha pêwîste bi lez bigihîje bajar.
“ Tiştek nabe. Ji bo mazuwanî xwedê ji we razî be.”
Xwe ji hewşê berê deştê dide. Roj nola ku bi hîv hatiye girtin. Ew malbat gelevizin , an ne mazuwanin, nizane.
Hişê wî jî diçe, carek xwe ber rehma germa deştê ve berdaye. Êdî çi bibe nizane ?
Ji xwe re divêje Evdilhelîm xwezil te vê germê re bimeşiyay wisa tîna bibeeciyay, bimirîyay vê halê çêtir bû.
Tê ser xwe ku bi karwan kî ra ye. Ku li deştê ketiye karwan rastî wî bûne, wî li hêstir siwar kirine , diçin bajar. Çavê tarî bûye ku cardin çavê wî venabe. Li bajar derman kirina bijîşk an jî bêkêr nebûye.
Ew jî çavê xwe ji nav cîhê xwe vedike. Tê ser xwe welatek biyanîye. Jê re peyam avêtine ku ji bo taştê xwediyê mal û hevalên wî , li benda wî ne ne. Zane kuçik û psikê wan jî pirin û niha derdora mase ya taştê ne.
Bi çîroka hafiz Ebdilhelîm hişyar bûye. Gava hafiz vê çîroka gilî dikir tim dikeniya. Ji ber ku ew kesên ku jê re mazuwan nebûn, ne xeydandî bû. Ew meriv ji bo wî merivên dîtîna dawî bûn. Ji ber ku ji wan xeyntir cardin kesî bi çav nedîtîbû. Ev bîranîn herdem bi ken dahat bîranîn .
Niha ev welatê biyanî , jinik a xerîb a xweyê malê û hevalên wî ji bo taştê benda wî ne. Pisîk û kuçikê xwediyê malê jî benda wî ne ku evê derdora masê niha rêz bûne.
Xwe girê dide û derdikeve derva , direve diçe. Bê taştê dimîne , hevalê xwe tenê dihêle, lê bi aram û bi sihet e.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.