Veysi Ülgen
Veysî Ûlgen Nivîsand: Ma ba min mebestî
Wisa ku naxwaze peyva sî bibîhîse. Kî jê re qala sî bike bêhemd hêrs dibe.
Neynok ber eywanê niha jê re wek peyayê neyar a ye . Por gişt weşiyê, evê ku maye wek berfa Andokê spî ye. Bijangê wî yê spî wek sere wî yê kakaz nebe jî weşiye. Stûyê wî xwar bûye nola ku ber bi qilûziyê ve diçe. Pêwîst e stûyê xwe an pişt a xwe vê pêvajoyê de rast bike.
Lê vê rewşa nenas de çawa rast bike, nizane!
Derfet derkeve holê an dernekeve, ne zelal e!
Derdor bênase, derdor xerîbe, derdor bigumane.
Dayik û bavê wî jî çûne dilovaniyê. Jixwe gava ji nav dîwaran derketiye pêşî çûye serdana goristanê. Goristan a gund jî zef guheriye. Mezelê malbat û xizmê xwe nasnekiriye. Jixwe goristan tijî bûye, kêleka wê ve fireh kirine.
Heval û hogirê wî yê kevn zêde zêde guherîne. Kem kesî bi dirûb nas kiriye. Jixwe dirûbê wan wek axaftinê wan jê re xerîbe. Ew jî wek wî ber bi pîrîtiyê ye. Giştî wan xwedî malin, hinek dewlemendin, kêm kes belengazin. Ji wan hinek jî çûne dilovanîyê.
Niha li gund e . Nexwestiye li bajar mala kesî bimîne. Ji ber ku jin û zarok an neviyê wan mirûzê xwe tirş kirine.
Li gund mala wan a kevn jî xerabûye. Ji ber ku piştî bavê wî kes xanî balgeran nekiriye, kes lê xwedî derneketiye. Xizm û cîranê wî xaniyê xwe wek evê bajaran ava kirine. Baniyê wan ji sacin, dîwar ji çîmentoyê ne. Êdî hewceyê balgeran jî nake. Gund jê re êdî biyaniye.
Dike ku dîsa here bajar li gund rastî yekî dibe . Pêşî wî nasnake. Mêrik wî nas kiriye ku ji dil wî helmês dike.
“ Biborîne, min te nas nekir! Kurê kê yî, navê
te çi bû.”
“ Navê min Hemîd. Kurê Ehmedê şirîkê we me.”
Dîsa nasnekiriye. Tiştek nehatiye bîra wî.
“ Sî sal nav dîwaran de ji her alî ve hilweşiyam. “
“ Raste tu yê min çawa nas bikî ? Lê xemgîn nebe. Tu nav dîwaran de , ez vê xizaniyê de hilweşiyan . Baş li min binêre way ez jî pîr bû me. Qene te ji bo mebeste kî , ji bo rê kî , ji bo doz kî pîr bûy. Ez di lewazî û belengaziyê de pîr bûm. “
Gundiyê wî xuya ye emrê wî da ye . Raste ew jî wek wî ketî xuya dike. Lê gotinê wî li ser wî bandor dike. Tê ser xwe.
“ Erê ez ji bo armanca xwe, ji bo gelê xwe, ji bo erdnîgarê xwe pîr bûm. Raste ji bo wan nebe jî ezê pîr bibûma. Pirsgirek ev nîne!”
“ Tu ji mebeste xwe ve mafdarî. Bi min serbilind be .”
Dîsa bi balkêş wî mêze dike. Incarê tê bîra wî.
“ Tu hatî bîramin. Em ji bo masiya bî şev diçûn çem. Me avjenî dikir. Diketin baxçê zebeş a !”
Hemîd bi diranê zêr dikene.
“ Erê bira te ez nas kirim. Ez te bernadim. Em herin mala min. Ne bi mêvantî, wek hevaltî te pêşwazî bikim.”
Gava di rê de ber bi malê ve diçin, Hemîd dest bi helbeste kî kevn dike.
‘Emrê te bû çilî
Li ku rûnêy wek bilbilî
Emrê te bû pêncî
Ne extîyari ne gêncî
Wek baxçe kî bê sêncî
Emrê tu bû şêstî
Tu qiyama de diwestî
Qermiçokî dibin hestî
Emrê tu bû heftê
Bîhna mewtê ji dora te tê
Tu li ku rûnêy xewa te tê
Emrê te bû heştê
Tu nagêy çiya may li deştê
Emrê te bu notî
Tu li her di ling a qotî’
“ Erê ez li vir bû ma jî ezê pîr bûma Hemîd. Lê dîsa jî , piştî sî sal derketina ji nav dîwaran gelek zehmet e. Jiyan guheriye, welat guheriye, heval guherîne,. Rê ji ber te şeqitiye. Pişt rast kiri niha zor e.”
“Me li vir çi xwelî serê xwe kir. Qene bîranînê te hene.”
“Ew jî raste.”
Xwîn dikeve rehê wî , bi rê dikeve, ji xwe re divêje
Emrê min bû şêstî
Ez bûm dilşikestî
Ma ba min mebestî
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.