Veysî Ulgen Nivîsand; Helutirşik

Payîz a î sal, ji bo wî bû ye bîranîna fêkiyê demsalê. Berê tirî, givîj, hinar, şeqoq, bihîv, guz li bin destê wan bûn. Mixabin vê payîzê ti fêkî tineye. Hinek ji darê xwe ve holê rabûne. Hinek dar jî bi pelê hişk ve mane. Ew jî ber bi hişk bûnê ne. Fêkî îsal tenê li bazarê xwe nîşandidin. Lê buhane û mixabin bê tehmin.

Ji xwe re dibêje payîz û bê fêkî? Ev raman wî gelek xemgîn kiriye. Awê bavê wî xelay hatiye. Mirov li xwezayê zilm kiriye. Dibe ku xweza jî heyfa xwe distîne. Dara hişk dike û wan bê fêkî dihêle.

Bi van raman an li welatê xerîb bi şande kî re gerê daye. Payiza welatê wî zer dike, lê ev welat nola bi ekis wisa hêşîn dike. Rastî darên fêkiya tên ku gulî ji fêkiya xwar bûne. Gelek sevê sor binê darê reşandine .Nola ku kes van sêva dest nekirine. Li welatê dinêre ku di darê sêva wî î sal hişk bûne. Evê xelkê wisa pir girtine ku li erdê dirizin.

Didexise û ji hêrsa gav dide, xweyê malê û şand e ya xwe paş dihêle. Li kêlekê dirînermik bala wî tiştek nas dikeve. Wê gavê destê wî yê çepê cîda dihêşe.

Dîsa payîz e dem a ser reza ye. Mêw ji tiriya xwar bûne. Li nav rez bi malbata xwe re her çi ya tirî xwariye , dilê wî diçe helutirşik a. Berê êvarê ye. Dayîk û xwîşkê wî çûne. Ew bavê xwe nav rez tenê mane. Ji nav mêwa derdikeve. Sênca binê rezê wan ji dar û deviyên helutirşika rêzbûne. Dikeve nav helutirşika, ser xwarina tirî jê re pir baş tê. Dengê bavê wî yê bilind wisa olan dide.

“Ehmed tu li kuderê yî.”

“Ez li nav helutirşika me bavo.”

“Min neqevê girt. Tu alî miesirê ve derkevî. Ez jê rê benda te me.”

Nav helutirşika derdikeve. Tê binê miesira ku navê de tirî dikin şîre. Wê derê sênc ji guliyê tirîyên hişk hatiye girtin. Binê wî newalek vala ye. Li wê nikaribe derkeve. Başe ku binê miesirê re derkeve. Lê li wê derê xwûşînkî tê. Dibê nebe ku ev xwîşînî ji marê gewr ku do wê birîndar kiribû were. Şika wî bicîhe ku marê qerase ber bi wî va tê ku heyfa xwe jê bistîne. Jor ve lingê xwe davê ser sênca ku malik tu mirad bî, binî valaye. Dişeqite, ser newalê be ger dibe. Ser valayiya newalê destê xwe yê çepê dide ber serê xwe ku serê wî neşkê. Mixabin dest wî nav newalê ser kevir dikeve. Newalê tê ser xwe apê wî û bavê wî li ser wî ne.

“Incarê te dilê xwe di helutirşikan re rehet kir!”

Bavê wî çi bivêje mafdare. Jixwe gotina bavê xwe nekiribû qîra xwe bi mar dabû. Wî mer avetibû û wê birîndar kiribû. Lê bi birîna xwe reviya bû. Bala wî dikeve ew mar li pêş wî wisa bê giyanî raxistiye. Xuya ye bavê wî mar kujtiye.

“Destê wî xuyaye şikestiye.”

Zane derhekê wî diaxivin.

“ Em wî çi bikin? Bibin navçe.”

“Bijîşkê navçe ciwan e. Ji hestî şikestina fahm nake. Ezê sibe wî bibim ba Sofî Salih. Ew ji şikestiyê hestiya baş fahmdike.”

Xuya ye pirsgirek tenê destê wî yê şikestî nîne. Hemî laşe wî jan dide. Apê wî kerê reş tîne. Wî bi hev re siwar dikin. Êdî li ser gund tarî ketiye. Destê wî çîk dide. Êşê laşe wî ber jan a dest sivik bûye. Pêşî diçin mala apê wî. Amojina wî birînê wî dermanê Kurmancî dipêçe.

Sibe dibe diçin ba Sofî. Ew jî bi awe kî, bi zehmetî destê wî bicîh dike.”

“Li vir hestiyê biçuk û giloverik hene. Bicîh kirina wan zehmet e. Hûn wî bibin bajar çêtirbe.”

Dotira rojê diçin navçe serî didin bijîşk. Ew jî wek sofî diaxive.

“Jxwe hatiye pêçandin. Hewce nake cardin ez bipêçim. Pêwîste fîlmê dest were kişandin. Hûnê herîn bajar.”

Gotinê bijîşk wîsa valayiyê dialiqe ku kes gohdar nake. Meh kî li gund dimîne. Êşê laşê wî wenda bûye. Lê destê wî hîna diêşe û wek berê naşixûle. Şert û merc hebe biçe bajar çêtirbe.

Evê î sal biçe lîsê pola yekemin. Dibîstan jî mehek ki ye dest pêkiriye. Ji hevalê xwe gelek paş ketiye.

Sibe xwe bi fermî girêdide. Qerewata xwe jî girêdide. Bi kelecanî ber bi dibistanê ve diçe. Dinêre ku hemî xwendevan nav erdê ber lîsê wek leşker an rêz kirine. Zane salek berê leşker dest avêtiye desthildarê û rêveberiya cunta dijwarî didome. Xwendevan a yek o yek wek leşkera distînin dibîstanê. Porê hemîya kur kiriye. Nav rêzkirina de hevalên pola xwe digere. Çeberî wan dide hêdî hêdî ber bi wan va diçe.

Rêvebirê dibîstanê, deste wî de dar çeberî wî dide. Darê xwe radike. Bi dengê bilind

“Tu evê por gijik zû were!”

Lê hêdî hêdî diçe. Tê ba rêvebir. Qet nalerize, wisa rep ba wî disekine. Sekinandina wî xuya ye xweşa rêvebirê neçûye. Destê vala simêlê xwe yê wek kemçik a mişk badide. Destê din de dar ji bo lêdanê amedeye.

“Min ji te re nego zû were!”

“Ez bendê da ketime Xoce. Milê min şikestiye. Nikarim zû werim.”

Yek mamoste nêzî rêvebir dibe.

“Midurê min ez viya nû dibinim. Dibe ku rêbazê î sal nizanibe. Dixwazi em xwendavanê ku derva mane em bistînin hundir. Dû re ez jê re rêbazê dibîstanê nû fêr bikim.”

“Evê bi darê fêr bibe!”

Lê dizivire. Darê xwe dihêjîne.

“Beşa heftemina sîrûda netewî zû bixweyne.”

“Ez du beşa tenê zanim ku wisa fêr bû me.”

“Na pêwîste wek navê xwe hemî beşa jî ezber bikî. Zû destê xwe veke.”

Weka sîsyarek disekine. Destê xwe venake. Hemî mamoste û hemî xwendevanê derva wan bi balkêş temaşe dikin.”

“Ji te re dibêjim destê xwe veke.”

“Destê min şikestiye.”

“Evê sax veke!”

Dîsa venake. Rêvebir wî dardike. Pir jî mil û destê çepê dixe. Lê dîsa jî xwe qet tevnade. Forsa rêvebir li ber xwendevan û mamosteyan piçek şikestiye. Pir hêrs dibe wî dîsa dardike. Lê qet xema wî nîne. Ji ber ku canê wî mehek e hînî êşê bûye.

“Her du beşe sîrûdê bixweyne.”

“Min ji bîr kir!”

Çiqas lêdan xwaribe jî xem nake. Rêvebir yeycarê hêrs dibe.

“Ez te vê dibîstanê teqez naxwazim!”

Yek mamosteyê jin xwîn dikeve rehê wî xwe dide pêş.

“Mafê te tineye tu wî nestînî. Lawik nexweşe, mil şikestiye tu dîsa lêdixî. Ev mêranî nîne.”

Dû axaftina jinika kej rêvebir dikeve hundir. Ew ji dikeve hundir diçe pola xwe. Hê ders a yekemin neqediye di leşker tên wî digirin dibin qereqolê. Porê wî bi maşîna kor kur dikin. Şevek nezaret kî qirêj da dimîne. Sibe dibe, bit î û birçî radibe. Leşekr wî derdixe ba fermandarê qereqolê.

“Ji bo xatirê malbata te te berdidim. Here mekteba xwe bixweyne. Mafê midur tineye te nestîne. Lê hemberê midur û mamosteyên xwe jî derneke. Ji wan re rêzdar be. Cardin te li van der a nebînim. Bazde here mektebe!”

Ji qereqolê derdikeve. Kes benda wî nîne. Bi serê qaqaz ber bi dibîstanê ve bi rê dikeve. Lê xem nake, bi ken û bi coş diçe. Ji mamosteyê jin re spasî dike. Pevçûna wî û rêvebir didome. Lê gelek kes biwêrek bûne. Wî tenê nahêlin.bi hev re berxwe didin.

Xwarina helûtirşik bû ye sedema dereng bû na destpêkirina dibîstanê. Lê dereng bûn jî bû ye sedema li ber rabûna rêveberiya dibîstanê.

Piştî salan li welatek xerîb bi saya helutirşika bîranînên wî hatiye vecihandin. Wisa wek zaroktiya xwe helutirşika dixwe û destê xwe yê çepê bi pelên helutirşikê dirî mizdide.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Veysi Ülgen Arşivi