
Veysi Ülgen
Veysî Ulgen Niwîsand: Gazin
Vê havînê meriv ketibe germê, disa dibe ku meriv dev ji xwe berdabe. Ji ber ku her sê mehê havîn û meh a Îlonê bajar wek dojeh e.
Lê bajar bi te xweş e gotîye Nuredinê pismamê wî. Gazikiriye ku were bajar ba me, em bihevre dem derbas bikin.
Lê ev germa qêle qijik jî bi deştê xweş e. Lê dîsa jî wî neşkênandiye . Lêxistiye hatiye, mixabin ketiye germa bajar. Bi çakêt li kolanê bajar geriye ku kê dîtiye pê tinazê xwe kirîye.
Ti carî îşlikê milkin li xwe nekirîye. Nav zeviya, nav zaboka, nav devîya çawa milkin û pantorê teng bigere?
Ger mirmirik wî bixwûn, ger kermêş wî bimijin û ger mar pê vedin. Kalê wî
gotîye bê şal nekeve nav zevîya û nav deviya .
Li ber Qada Mizgeft a mezin ben da Nuredîn e . Ew merivê ku êdî bû ye bajarî nexwestiye were wê derê. Gotiye ezê te ji wir bistînim. Lê ev der ji bo cil û berg wî bicîh e ku gelek kes wek wî xwe girêdane. Nola ku li gundê xwe ye ewqas bi aram e.
Kêlek a wî sê camer hene wek wî, mildirêj, bi şal û bi çakêtê fireh rûniştîne. Kêf a wan jî hatiye, jê re nêzikdayî bûne, gotine
“Kerem ke were ba me, çay ka me vexwe.”
“ Mala we ava be , biborînin ez benda yekî me.”
“ Tişnabe, heta ew were, qene çay ka me vexwe.”
Wan naşkêne. Li ba wan ve kursî dikşîne.”
“Me go dîsa selamin eleykim”
“We eleykim selam.”
“ Tu ji kuderê yî?”
“ Ez ji gund hatim. Xerîbê bajarim.”
“ Ji cil û bergê te me fahmkir.”
“ Wisa be hûn jî gundî ne.”
“Na em her sê bajarî ne. Ez zêrfiroş im. Ev jer du jî karsaz in. “
Yekî zikmeşk nîşandide.
“ Ev meriv Kurmancî nizane. Lê ew jî yekî bi îman e. Her Înî ji bo nimêjê tê vira. “
“ Min fahmkir. We bi zanayî xwe ewha girêdaye. Jixwe hemî gundî jî wek min xwe girênadin. Hinek wek sosret xwe girêdedidin. Gelo ji bo nîmej a Înî we wisa xwe wiha girêdaye? ”
“Ne ji bo Înî , her tim em ewha girêdayî me. Em dijî girêdanê bajar in. Em dixwazin bi olî, bi çandî, bi kevneşopî cilê xwe girêdin.”
“Ez jî nimej a xwe jî, rojî ya xwe jî digirim. Lê girêdan a min ne ji bo olî ye. Girêdana min ji ber parastina kermêş, mirmirik, mêş ê reş, mar û dupişka ye. Têm bajar jî xwe ewha digerim. Ji min re wiha bi sihhet e. Ez hînî şal û şepik bû me.”
Wê gavê dengê melle ji mizgeftê qadê bela dibe. Yek divêje.
“ Ka em herin nimêjê.”
Bi wan re radibe. Dikevin eywana mezin
“Biborînin ezê derbasî beşa Şafiya bibim.”
“Serçavê me. Xwedê qebul bike. Bila haya te hebe. Em her Înî li vir in.”
Bi wê awayî ji wan diqete. Piştî nimêje bala wî dikeve ku Nuredîn, bi cilê bajarî eywan a mizgeftê benda wî ye.
Nuredîn ber bi wî ve tê.
“ Xwedê qebulke. Te başkir. Lê min te şopand. Tu li hinek meriv an rûniştî bûy.”
“Erê bi van cil û bergan de ew ji hev re nêzbûn.”
“Ditirsim tu bi vê nêzikdayî bikevî nav civak a wan.”
“ Tiş nabe! Merivê baş xuya dikin. Tenê silav bidim û pir pir çay vexûm. Zêdetir tiştek nebe. ”
“Bala te bikşînim. Ew karsazin. Xwîn a xebatkarên xwe dimijin. ”
“Çi bikim. Hun jî bi çandî xwe girêdin, bi Kurmancî biaxivin, em jî nekevîn nav civaka. We dev ji çand û zimanê xwe berdaye û ji me gundiyan re gazinan dikin.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.