Veysî Ulgen Nivîsand: Kiras
Havîna germ û ziwa a î sal jî evê dîsa zor bide xwezayîyê. Lê xuya ev dojehî xema mirova nîne. Mirov dîsa wek her sal bê xem, qîra xwe bi xwezayiyê bidin. Ev mirovê hov ji heftûnîvê xwe nayn xwarê û bi makîna axê serûbin bikin, dar û bera ji holê radikin.
Lê nafikirin hemî ajil evê bê av çi bikin! Çawa bijîn?
Evê zireta wan bê ku xema mirovan nîne. Xwezayi ji bo wan tenê ji avahiyan re bi wate ye. Dar, devî û ajal ne xema wan e.
Marê gewr bi van ramanê ji hêlina xwe yê bin axê şiyar dibe. Vê zivistanê berf nebariye ku şikeft û qulê ê axê tijî av bibe.Rewa ji axê vekişiye. Zivistan a çû baran jî têr nebariye ku ax zip ziwaye. Nizane î sal çen dar hişk bibe.
Îsal gulanê bin axê dereng şiyar bûye. Zivistanek seranser raketiye. Birçiye. Ji ber wê bi kelecanî ber bi ser axê ve dikişe.
Mixabin li kevirek asê dibe. Dora wê bi diranê xwe dikole. Hêlina wê binê tehtê hine ye ku her tîrmehê kirasê xwe diguherîne. Meh a guhertina qirasê hê heye. Her sal wê mehê qirasê xwe berî ser tehtê hine dide. Ew keçika bi kezîzer dahat kirasê dibir û bi porê xwe dida.
Gelo tehtê hine xwe wek kirasê wî cîh guhertiye? Dike nake nikare derkebe jor. Diranê wê nikare ev kevirê biyanî qul bike.
Lê fahm kiriye ku ev ne kevirê xwezayiyê ye . Ev dîsa fêlê mirovan e. Cardin difetile bin axê. Hêza wî ketiye ku berfireh bikole derkebe. Dibe ku di raketinê de mişk laşê wî piçek xwaribe. Çare tineye. Evê derek din bibîne û derkeve.
Ji warê xwe dûr dikeve. Qulê teng da bi zorê û bi hezir dikişe. Bi vê rewşa xwe derkeve jî ji xweyê xwe re nabe. Evê ji lewiran re bibe şîvê êvarê.
Demek dirêj de dawî serê xwe ji axê derdixe ku malikê tu xerabî! Ser hêlîna wê mirov dîsa avahî bilindkirine. Gelek mêr derdora avahiyê kar dikin. Derkeve tenê bi wan re nikare here serî. Nikare wan bihev re vede . Evê teqez wê bikujin. Heyfa mirova ji wan re nay.
Demek wan temaşe dike. Ser xwezayi yê wek moriyan dixebitin. Ku ev xwezayî ji bo ajalan bikin goristan.
Derdora avahiyê jî daran fitêkirine. Par ser vira tijî herbiz û darê gelberî bûn. Çivîk ser wan hêlîn çêdikirin. Para wê jî çen hêk diketin.
Gelo mirov vê çolê bê ajalan bê dar û ber an çawa bijîn? Avê çawa ray bikin?
Birçîye, tîye, kiras li ser bar e. Ber bayê mirova nakeve. Ji axê derdikeve. Nav keviran de bi newalê jêr ve dikişe. Guman e ku ti mirovek wê nedîne. Ger bidîna êrîşê wê bikirina.
Mixabin newal jî ziwa ye. Her sal heta meh a tîrmehê av diherikiya. Î sal newalê de dilopek av tineye. Nav pelikan de alî kaniya herbiz ve dikişe.
Dinêre wêrê jî dagirkirine. Li ber kanî bend çêkirine. Loma ava newalê ziwa bûye. Çima kanî bend dikin ku mafê ajilan jî heye.
Gelek mêr bin sîya darê gelberî de bîhna xwe didin. Zûzika dikişe. Ava ku ber bendê bûye gol firdike. Tîna xwe dişkêne.
Hê ti merivê hov wê nedîne. Zane mirov ji ajalan hovtirin. Çi ajil bibinin dikujin. Li hev hêrs bibin hevdu jî dikujin.
Incarê evê here ku derê. Ev mêrên hov her der kirine avahî. Warê wan teng bûye. Cihê neçîrê teng bûye. Xûya ye evê negihîje payîzê. An ji tî î birçîna an ji êrîşa mêrên hov re bimire.
Kirasê wê ser wê bar e. Incarê wê kuderê biguherîne? Her sal vê mehê qirasê xwe berî ser tehtê hêlin wê dida. Ew keçika bi kezî dahat kirasê wê dibir û bi porê xwe dida.
Mixabin êdî wê dere mirov dagir kirine. Ger nemire salek şûn da dibe ku serî nikaribe rake.
Bala xwe dide ew keçikê kezî zer nav tehta da digere. Ane kirasê wê digere. Jê düre. Her sal xwe nîşanê wê nedaye. Ber bi wê ve dikişe. Zane evê ew keçik wek mêrê hov qaşî wê nebe. Digihîje ber bi wê. Difise serê xwe xwe radike. Keçik dizivire . Her dû li hevdinêrin.
“Keçika delal. Zanim tu kirasê min digerî. Wek dapîrê xwe wê bi porê xwe bidî. Wê jî pir kirasê min ji vir dibir. Wê deme van dera wek bihûşt bû. Her der dar û ber bûn. Bîhnê xweş bela dibû. Nisibê me hemiya hebû. Ji nêçirê xeyntir kes qaşî kesî nedibû. Lê mirovê vê demê neyarê xwezayi yê ne. M e li kuderê bibînin dikujin. Lê warê xwe jî xera dikin. Evê vê çolê çawa bijîn? Min kirasê te ji bîr nekirye.”
Bîhna mêrê hov pozê wê dikeve. Xwe davê binê çiloyê hişk.
“Kejê tenê çi digerî?”
“Kirasê mer a digerim.”
“Dema kirasê wan nîne. Lê hevik marê gewr li van dera digere. Wê li ber kaniya herbiz jî dîne. Em jî li wê digerin.”
“Min qet mar nedît. “
“Zanin te nediye. Yarkadina teyê zimanê xwe bixwariya. Yek emele wê dî ye lal bûye. “
Dilê xwe da divêje çê xweş bûye lal bûye. Ka zirar min çi li we bûye. Tewerê we ser hêlina min avahî kiriye. Keçik cihê wê nişan nedaye ku pir bi minet bûye.
Em diçin. Dû xwe ban dikin.
“Kejê were. Evê marê gewr te vede.”
Mêrê hov ji wê deri diçin. Serê xwe dû wê radike.
“Ezê kirasek xweş dîyari te bikim keça delal. Tu wek wan ne hovî.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.