Veysî Ulgen Nivîsand; Zarokê malê

Veysî Ulgen Nivîsand; Zarokê malê

Demên zarokatiya wî, rojên mewlud a ji bo zarokan taybetî bû. Li tax a wan, mewlud gişt mala Xalê Misto dahat dadanîn.

Hemî cîran û mêvan li mala Xalê Misto dicivîyan. Mele Mîrze dahat civînê û dest bi xwendina mewludê dikir. Jin jî ode ya din mewludê gohdar dikirin. Carna jinên taxê taybetî ji mêra cuda mewlud dadanîn.

Ew hemî zarokên taxê li ber derî nav şekalên mêvana mewludê gohdar dikirin. Dema ji bo silav kirina Nebî pir bi kelecanî dîbûn. Ew bi civakê re li ser piya bi dengê bilind , bi rêz û evîn pîrozbahiya Nebî yê xwe silav dikirin. Odeya din jin jî radibûn ser piya û Nebî silav dikirin.

Mewlud diqediya , xweyê malê mewîj û şerbed bela dikir. Mixabin şerbet nedidan wî. Jê re digotin

‘ Tu zarokê malê yî ! ‘

An zarokê malê bê ne hewce bû şerbed a pişt mewludê vebixwe.

Li taxê din jî piştî mewludê dîsa kes şerbed û mewîj nedîda wî. Incarê digotin

‘Ev zarokê xerîb kîye?‘

Li taxa wan zarokê malê , ji taxê din zarokê xerîb bû. Li her duyan jî bê şerbed dima.

Rojek di piştî yek mewludê şerbed belakîrîn. Dîsa şerbed nedanê. Tebatî nat û nişkava dirêjê sîni ya şerbedê kir ku yek îskan hilbîgire. Lê xortê ku şerbed bela dike sînîyê kişand, hemî îskan li hev ketin, Çen îskan ketin erdê şikestin. Bermal bi şerbedê wek hat şuştin.

Apê wî yê Cemîl sedema vê tevgerê şîlkamek şidandî lêxist. Yek jî jî gohê wî kişand û wî ji nava şekalan kişand ber derî. Li kuçe yê , ber derê malê hat ser xwe ku pozê wî xwînî ye.

Carkadina beşdarê mewlud an nebû. Ji xwe mewlud jî guheriyan. Êdî şerbed û mewîj jî nedahatin belakirin. Mewlud gişt bi Tirkî ya kevn dahat xwendin. Ti zarok nav şekalan tevlî mewluda nedibûn.

Lê wek danîna mewlud ji civakan xelas nebû. Hemî civakan de bû giyayê hewşê. Ji civakê re herdem tehl hat. Keda wî hat binpêkirin. Xebata wî hat tinekirin. Pêşnîyazê wî nat berçavan.

Lê herdem jê xebat hat xwestin. Ti kêmasiyê wî nat pejirandin. Tî bûna wî, birçîbûna wî, westiyariya wî, xwestikê wî nehat berçava. Gava ku kar pê qediya bê oxir wî verêkirin.

Ew roj bi ser navê komeleyek beşdarê yek çalakî bû. Nêzî deh komeleyan beşdarê çalakiyê bûbûn. Berpirsiyarê çalakî , hevserokê komele ya xweyî çalakî komele yan da naskirin , Lê qala komeleya wî nekir. Jixwe axaftin jî nedan.

Yek ji wan vê tevgerê rexnekir.

“We çima komeleya mamoste Elî neda naskirin. We çima mafê axaftina neda wî. Qene bihişta çalakvanan silav bidaya.”

Berpirsiyarê çalakî keniya

“Hewce nake ew jî ji me ye.”

Mewludê zarokatiya wî ket bîra wî. Kenîya go

“Ez zarokê malê me. Ne hewceye min bidin naskirin û mafê axaftinê bidin min.“

Jinik hê dikeniya. Ew axaftina xwe berdewam kir.

“ Pêwîste ez ji zarokatiya malê derkevim. Bibim endamê civakê. Dibe ku wê gavê binîrx bim û werim berçava. Dîsa wê gavê hûnê min bidin naskirin û mafê axaftinê jî bidine min!”

“ Tu dereng ketî. Ji ber ku malbat nahêle ji malê derkevî. An ti carî em dev ji te bernadin.”

“Dibêjî cihê te nav şekala ye û ji te re şerbed û mewîj tineye.”

Ji wê derê dûrdikeve , medê wî vedibe. Siuda wî hebe evê mewîj bixwe û şerbed firbike.

Gelo jîyan wiha bi siudê girêdayî be?

An vê qederê bi ked tinebike, siudê re ti hewce nemîne.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Yazarlar Haberleri