Payiz a pêşîn dema çilo ye. Li gund zibare ji bo çilo civîye, Buro yê goşkar jî beşdarê paleyan bûye. Bixwe ew goşkar e. Paleyî jê re zehmet e. Lê bang li wî jî kirine. Dema qala zibarê bibe, ti mêr vala namîne, mehne teqez tineye , bi hev re dest bi kar dikin.
Dîsa qala zibare bûye, dikana wî dîsa hatiye girtin. Şagirtê bi dilê wî tineye ku kesî bide ber dikanê. Jixwe çiqas dema zibarê bibe ew jî nikare li dikanê bisekine. Serda kar û barê wî dişihite. .
Niha şekalê xelqê bê goşkar maye. Çiqas das li gulîyê darê dixe , çiqas çilo ji dar tê xwarê, ew ber bi şekalên ku benda wî ne dikeve.
Hê denê sibê ye milê wî nola ku jê dikeve. Nikare pêşbazî bi paleyan dinê re bike. Ew darê mazî bi dasê hildiweşînin. Çilo wisa dû hev tên xwarê. Keçê gund jî çilo ya gurz dikin. Wan dibin, didin ser lod a kidasê. Qene vê karê pê bidana kirine, çêtir bûya!
Niha pîrek a wî Behê li malê çi dike? Gelo jê re şîvê amede dike an bi cîranan re şihîre dibire? Ger wisa be êvarê teqez birçî bimîne.
Pale kî das radike, lê bang dike.
“ Lêxe Buro lêxe. Wek zexela na, wek mêr a lêxe! “
“Buro nola ku ji darê ketî ye!”divêje bi tinaz paleyê din.
“Erê tinazê xwe bi min re bikin. Qey ez pale yê çilo me. Ez goşkar im. Ka tu karî şekala bidroy, wan pîne bikî? Ez jî nikarim çilo wek te das bikim.”
“ Wisa be çi karê te li vir e.”
“ We go zibare ye. Ti mêr li malê nemine, loma hatim. Havînê jî we ji bo zibara genim gazî kir. Karê min şihitî. Wisa be du zibarê hûn jî werin alî min ? ”
“Em ji goşkariyê fahm nakin.”
“Ez jîş paletiyê fahm nakim.”
“ Carka din tevlî zibarê nebe Buro. Tu here şekala bidro, wan pîne bike.”
“ Ger hûn nexeydin, pişt min paşgotina nebêjin, ezê tevlî zibarê nebim.”
Den dizivire. Firawînê tenê zebeş û firingî xwarîne. Dew jî nebe paleyî nay kişandin. Denê êvarê, roj li ava, dasê davêje, şerbika avê fir dike, ber bi malê ve bazdide.
Tê ber sefikê ku Behê wê derê benda wî nîne. Ji birçîna nava wî wek diqete.
“ Behê!Behê!”
Deng ji Behê nay. Pir hêrs dibe. Kurê cîranê wî Çeto tê ber derî.”
“Xalo, xaltiya Behê mala Bedê , bi jinê taxên re şihîra dibirin.”
“Ezê tene tene şihîra…”
Ku çêra bike Behê wê da tê, gotin ji devê distîne.
“ Şihîre nebe tu yê zivistanê çi bixwûy. Qey tu yê çilo bixwûy? Xwedê sitendo, tu vê êvara înî yê çêrê nîmetê dikî? Ji bo mêr a zibara çilo hebe, ji bo jin a jî zibara birîna şihira heye.”
“ Ez birçîna mirîm.”
“Bikeve kîlerê te çi dît bixwe. Ez jî wek te westiyame.”
“Kîler a te bixwe serê te. Tişkî jî naxûm.”
Buro dixeyîde diçe çarşiya navçe. Nan ji firinê distîne ziwa ziwa dixwe. Ji xwe re divêje.
‘ Carkadina herim zibara çilo bibim kurê wan!’
Çeto vê mal barkirinê de, vê bîranîna xwe ji kurê xwe yê revok re parve dike. Dest bi xanî barkirinê kiriye , kurê wî gotîye karê min heye, pir dereng ketiye.
“ Berê zibare hebû, alîkarî hebû, piştgirî hebû kurêmin. Ger Buro yê goşkar neçûya zibarê jê re eyb û şerm bû. Yek alî yekî nekira ji şerma , ji malê dernediket. Binêre î ro mal bardikim. Tu direvî. Ziman dirêjî, nikarim di gotin ji te re bivêjim. Kes jî destê xwe nabê tişkî. Xwezil bi wan roja bûna.”
“Ew roj çûn bavo. Ew goşkarê wek Buro jî neman. Êdî şerma hevpariyê jî nema. Zibare jî nema. Em bixwe man revokên kar!Wek Buro jî teqez şerm nakin û ber xwe jî nakevin.”
Veysî Ulgen