Veysî Ulgen Nivîsand: Lîçik *

Veysî Ulgen Nivîsand: Lîçik *

Li serêgir, hafa çem, binê dara givîjê bi tîyîtî ka dijwar bi xwe dihese. Demek dirêjê dilopek av firnekiriye. Wisa tîye ku qalikê ser wê nola ku pê re zelikiye.

Çen devî şûnde dengê xîçika tê . Zane marek ber bi wê va tê. Serê xwe bin qalikê xwe ve dikşîne. Xwe wisa diparêzînr. Dîsa xwe qet nalibitîne. Zane wiha mar nikare bi wê vede.

Mar dikişe nêzî wê dibe

“ Merheba birayê kîso.”

“ Çi merheba ye, çi biratîye! Te dîsa dest bi fen û fêl a kir marêkor! “

“Heyran bi me re hêz maye ku em dest bi fen û fêl a bikin. Welle te naxapînim. Nav germa havînê de tîna behecîm. Ji min re rê kî nişan de!“

“ Ez jî wek te tî me. Her der zipîziwa ye. Av ji axê teqez vekişîye. Ka rê kî çawa nîşanbidim!”

“Gelo ev şepa avê çawa wenda dibe!”

“Tu jî zanî . Sedem mirovê hovin. “

“Raste sedem ew in. Berê çeberî min didan, ditirsîyan. Îro tirsa me nemaye. Em ji wan ditirsin. Ji xwe qira me anîne.”

“Tirsa xwezayî jî ser wan nemaye birakê mar. Her derî dikolin, dar û beran radikin, warên qerase avadikin. “

“ Hemî kanî ziwa bû ne. Li rojhelata vê gazê , binê herbizê kanîkî hebû. Havîn diqediya, hê ava wê diherikiya. Par li ber wê liçik avakirin. Hevalek min pir tî bûbû. Ser diwarê lîçikê serê xwe jor ve dirêjê avê dike. Mixabin dişeqite. Dikeve nav lîçikê. Cardin nikare derkebe. Çen roj nav liçîkê de soberî dike. Dike nake nikare derkeve. Mirovek hov wî dibîne. Wê gulebaran dike. Nav lîçikê de can dide. Ka vîya zîlm nîne? Ber kaniya me digirin. Me tî dihêlin. Ser de canê me distînin. Ka emê çawa av vebixwûn.”

“Mirovên berê , dema lewiran av vedixwarin ti car wan nedikujtin. Mixabin evê anayîn teqez dikujin. Lê xwe jî dikujin. Bê av ewê dawî jî tîna biqelin.”

“Dibe ku ji xwe re çare bibînin. Evê ji tîna bimire emin. Niha pir pir tî me birakê kîso. Ger vê xwezayê de mar tî be, bizanibe xelay radibe.“

Her du demek disekinin. Her du jî ji ber tîyîtîye ji xwe va ketine.

“Em her du jî gora van mirova pir mezinin. Tê bîramîn. Li ber vê çema zevî hebûn. Em diketin nav zevîyê me firing a, zebeş a , petêxa dixwar. Xweyê zeviyê me diqefalt. Me nedikujt. Dikir telîsê davet wî alî çem. Lê wê dere jî zevî hebûn. Em birçî jî nediman. Tî jî nediman. “

“Xwezil wan roja. Mixabin ew roj çûn birakê kîso!”

“Ezê hêdî hêdî ber bi çem ve herim. Nav zabokan de dibe ku rastî ava veşartî bêm. Bi min kanîyê veşartî hene. Yarkadina weş nav zangê de çawa dijîn. “

“ Ez wek te newêrim ber bi çem ve herim. Mirovên hov ji bo avahîya dara fitê kirine. Deviyan rakirine. Dîsa mirov ji bo avahiya tim li wan dera ne. Ka ezê bi erdê tazî re çawa çem ve bikişim? Dibe ku qaşî te nebin. Lê teqez min efû nakin. Ger bibinin kujtina min e.”

“ Wisa be ti yê çi bikî?”

“ Ezê dîsa ber bi lîçikê ve herim. Êdî ez û siuda xwe. Ger tijî be ezê ava xwe vebixwim. Tijî nebe gulîyê darê nav lîçikê ve tenbidim. Bi wê ve nav liçîkê re vekişim. Têra dilê xwe avê nav xwe re bikşînim. Ger sernekevim ber bi malên mirovan re herim. Dibe ku yek ji bo çukan xêra xwe tasek av dabe ber mala. Bi hezir dizîka avê firbikim ku kes min nebîne.”

“Ji me re serkeftin birako!”

Xwezayi ziwa ye. Kîso û mar ber bi dilopek av nav mirovan de siuda xwe diceribînin. Êdî kê kare li ber wan bisekine.

Veysî Ulgen

* Havuz

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Yazarlar Haberleri