Ji alî rojhelat a çiyayê Hesandîn , ji dûr ve, li ser zinarek rûniştî, bi çavên gazinç kopika çîyayê Hesandîn temaşe dike.
Meha Gulanê ye, mij ber bi hervazê çiya va ketiye. Ev wêne ji bo wî niha siuda mezin e. Ji ber ku kopika Hesandîn a delal, î ro wisa zelal xuya dike.
Kopika Hesandîn wek xêliya bukê çavê wî bi sura gelî mizdide. Dixwaze bi basik be, bifire û ser baniya Hesandînê bilîse. Çi bike per û baskê wî wek teyrikê vê heremê şikestiye.
Niha kulîlka taybet guldexwîn li wê dere, li ser berfê, ber bi rojê ve amede ye. Çi bi ke ji vir de wan nabîne. Ji ber wê çavê xwe digire û wan xîyal dike.
Gelo ev kulîlk çima wisa taybetî dibiriqe?
Çima wisa kenê wê wek pelê wê ketiye ?
Çima wisa bi wate çavê meriva dixe?
Çavê xwe naxwaze veke. Ditirse ku tofan li ser serê guldexwîn a be.
Ji ber ku bandora tofan a mezin ji alî mirovên berjewendîkar niha li ser serê Hesandînê ye .
Bi diranê maşînên hov , bi teqînê dînamêtan, bi hinceta mirovên dewlemend Hesandîn ber bi heloşandinê, ber bi belakirinê, ber bi xerakirinê ye.
Axa wê dikolin, dar û berê wê radikin, ava wê dikşînin, hêlînê ajalê wê xera dikin, baskê têjik an dişkênin, lewir an dikujin, kulîlk an qîrdikin.
Ji bo çen quriş perê vê dinya yê, jiyana Hesandîn ji holê tê rakirin. Hesandîn dikin wek çavkaniya çol a heremê.
Çavê wî nişkava vedibe. Şivan e pêwîste ku çavê wî li ser pezê reş be. Çavê wî li ser çilo be. Çavê wî li ser giyayê biharê be. Çavê wî li ser ava sar be.
Lê hawar û fîzara guldexwîna wî bilî dike. Niha nikare bi wê derê ve baz bide. Rastî ev xwezayî xwediyê gelîyên kûr û tarî, kendalên asê, kêşên rep, zinarên bekeys , darên kevnar û ji deviyên bi diriyan e. Bi bazdan çûndin ne pêkan e.
Lê ev xwezayî bi giyanîye, bi hêvîye, çavkaniya jiyanê ye .
Çiqas diçe jiyana vê heremê ji bi dijwariya mirovên berjewendîkar an ve xeterê daye. Çavê mirovên hov ji bo berjewendiyê xwe li vê xwezayî ye. Hesandîn bi kesên çekdarî dorpêç kirine. Nahêlin mirov bi hev re, ber bi wê derê ve bimeşin Nahêlin Hesandîn derdê xwe bi wan re parve bike. Ji wan piştgirî û alîkarî bixwaze. Niha Hesandîn wek bêxwedi xuya ye. Zarokê wî zû da barkirine. Şivanê wê miştexî bûne. Malên wê xerakirine. Zeviyê wê şewitandine.
Ji ber wê ev çavê kesên hovdar yeycarê sor bûne.
Lê çavê wî jî li ber vê zilmê qayîl nabe. Divêje xwedî derketina Hesandîn gelek pêwîste. Ew ne tenê şivan e. Şagirtê rastiyê ye, hevalê zarokê xwezayiyê ye, dengbêjê geliyê derdora Hesandînê ye, nivîskarê serboriya kesên heremiye.
Niha tenê xuya ye. Lê zane ne tenê ye. Destên ji dûr dirêjbûne, hê negihiştine wî.
Heta wê gihiştîne çavê xwe digire, bi wan re diaxive. Di xîyalên xwe de wêneyên guldexwîna dicive. Divêje
‘Guldexwîn, pelê te li esman, gulê te jêr ve diherike. Gulê te wek dilê me nola ku şikestiye. Rengê te wek xwîna dile evîndara sor e. Tu jî wek rastiya me bixwe çep diherikî. Gulê te li jêr dinêre. Dibe ku dirêjkirina jor ji alîyê xwezayî, wek dirêjbûna azadiya me qedexe kirîbe. Daxwazê me ji hatiye astengkirin ku jor bûn ji me re qedexeye. Lê wisa xweş vedibî. divêjî berê azadiyê dilê meriva da ye, ku da bixwaze , wê ve diherike.
Wisa divêje, ez qedexe nasnakim, astengî nasnakim, zordarî nasnakim. Ji her alî ve bi evîna soreşê vedibim, bi gulê azadî bîn didim, ji xwezayiyê re berxwedan bibîrtînim.
‘Erê guldexwîn berxwedan û jiyan a azadi bibîrtînî. Heta bîhna dawî dil û destê hevalê xwezayî yê bi rûmetî.’
Niha Hesandîn ber bi tofanê ye. Niha guldexwînê Hesandîn î sal mirûze xwe tirşkirine .
Banga wan ji guldexwînê heremê dinê ye, ji hemî guldexwînê welatî ye.
Veysî Ulgen