Veysî Ulgen Nivîsand; Dad

Veysî Ulgen Nivîsand; Dad

Bajar vê demjimarê bê dengiya kedkaran temiriye. Ev kedkarên bajar, pişt ji xweydan şil, ling ji serpiya tevizî, çav ji bêxew nîvgirtî wek ji xwe de ketine. Sibe ku hê xweydan ziwa nebe, evê rêya kargeh an benda wan be.

Lê gengeşiya dewlemend an zêdeye. Serda çiqas dem bi şev ve diçe, gengeşî bi qeşmeriyê ve dizivire.

Yek goh li bêdengiya kedkaran, yek goh li qeşmeriya dewlemendan e. Gohê alî qeşmerî ji gengeşiyê serdest dikeve. Ji bo wê acisiyê direve, dikeve ber bendên surê, wek şamik a tund dide.

Li ber bendê tenê ye. Yek tolaz kî jî nay ba wî ku hewiya wî were, pê re bilî bibe. Bêkarî jî zor daye. Jiyana xwe de dad digere Ji xwe re divêje ‘ welle ev rewş a bê dad ne dibe û ne nabe!‘

Dengê qeşmer an bê asteng li beden an olan dide. Gotinê krivê wî Xalê Bahrî jî gohê wî olan dide.

“Van dewlemendên bajarî qeşmerî ji xwe re kirine kar!”

Dîsa gotibû,

“Qeşmeriya wan ji bebextiya feqîra ye. Ji bo wê mala feqîra zû de xerabiye. Feqîr ji bo feqîriya xwe sucdarin. Dewlemend ji bo dewlemendiya xwe serkeftin.”

Jê re gotibû “ Kirîv, wisa nebêje, heq heye, dad heye, edelet heye!”

“Edelet navê jin a Biro ye !“

Biro jî wek wî sifarvan bû ku di pêşbirikê firaq an dikin û ji hev didexisin. Lê gotinê wî ne tenê ji dexisandinê ye. Lewre nirxê edeletê nemaye ku wisa hemberî kiriye.

Çima kirîvê wî hatiye bîra wî?

An bêriya gotinê kirîvê xwe kiriye an derheqê dadê wekî din tiştek girîng nehatiye bîra wî, nizane.

Vê demê malbat bela bûne, ji ber wê tekiliyê wî û xizmê wî qut bûye.

Dîsa vê demê hevaltî jî bela bûne. Gelek heval êdî dewlemendin û ji xwe va çîn a xwe derketine.

Tolaz jî êdî ji bo çen loq an kemçikên qeşmerê bajar ve zelikandîne .

Tenê maye kirîvê wî. Sibe bi çavê giran şîyar dibe. Şeveqê tîrêj a rojê kevirên reş ronî dike. Zuzika tremorêl a gund siwar dibe. Dikeve gundê nîvxerab, tremorêlê disekinîne.

Peyatî ber bi xirabê taxa jor dimeşe. Tax xire xalî ye. Cirdo nav keviran de ji ber marê reş direvin.

Mişkê nav kevir an an feqîrê bajaran , ji mar an dewlemendê bajaran direvin.

Bermal a krivê wî heloşîye ku êdî biranînê xwe hiştîye , wisa çûye. Jixwe ew jî bo bîranîna zindî bike hatiye. Hewldide ku biçe, bala wî tişkî ber dîwarê dikeve ku wisa dibiriqe. Dest davêje ku hêlekî nav axê daye.

Bi lepê xwe hemî ji axê derdixe ku ev baskûl dem a karê xwe da firaq an pê kişandiye.

Lê dibe ku dû xwe peyam a ‘dadê ‘daye û silav ji tekoşerê wê re kiriye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Yazarlar Haberleri